Barzan Digirî
BARZAN DIGIRÎ (Enfalkirina Heşt Hezar Barzaniyan)
Dema behsa Enfalê tê kirin piranî Helepçe tê
zanîn. Ango wisa tê zanîn ku di Enfalê de qetlîama Helepçe pêkhatiye û zêdetirî
Pênc hezar însan hatine qetilkirin. Lê di Enfalê de 182 hezar însan hatine
qetilkirin. Helepçe parçeyek e ji Enfalê. Wekî Helepçê parçeyekî mezin yê
Enfalê enfalkirina Heşt Hezar Barzaniyan e. Leşkerên Seddam di sala 1983’an de
rojekê êrîşê dibin ser gundên devera Barzan û kampên ku barzanî tê de digirtin.
Di vê êrîşê de di ser 12 saliyê re tu zilamekî nahêlin, ango 8000 mirovan digirin
û dibin. Ew 8000 mirov careke din li malên xwe venagerin. Di sala 2006’an de
500 cenazeyên wan li bakûrê Bexdayê di goreke komî de hatin dîtin. Cenazeyên
wan anîn devera Barzan veşartin. Heta niha tenê ew cenaze hatine dîtin. Ji
7.500 kesên din hê jî tu agahiyek tune ye.
Heta niha li ser vê jenosîdê tu kesê roman
nenivîsiye. Yekem car e romana Enfalê ji
aliyê Bûbê Eser ve tê nivîsandin. Ev roman parçeyek ji jiyana Mela Mistefa Barzaniyê nemir û sedemên
pêkhatina Enfalê ye bê ka Enfal bi piştgiriya welatfiroş û xwefiroşan çawa pêk
hatiye. Roman ji devê şahideke zîndî ya wê demê, pêk hatiye. Ev şahida zindî bi
eslê xwe jineke rûs e ku dema Barzanî û pêşmergeyên xwe çûne Sowyetê û li wir
bi pêşmergeyekê re zewciye. Wê jinê di şerê di navbera Sowyet û Elmanyayê de
bav û birayê xwe windakirine. Di Enfala 8000 Barzaniyan de jî Mêr, kur û du
zawayên xwe windakirine. Ev roman wekî dîrokeke zindî ji devê vê jina şahida
zîndî pêkhatiye.
Bûbê Eser bi keda heft salan ev romana giranbuha
ji bo we xwendevanên hêja amade kir û pêşkêşî we xwendevanên ezîz kir.
Hûnê di vê romanê de êş û elemeke wisa bibînin ku
hûn bi xwe jî dê bibin hevparê wê êşa ku li tu dereke dinyayê nehatiye dîtin.
Hûnê bibînin bê ka çima li devera Barzan jin hîn jî şînê digirin û cilên reş li
xwe dikin. Hûnê bibînin ka çima di sala 1984’an heta sala 1992’an li devera
Barzan zarokek nehatiye dinyayê. Hûnê gelek tiştan di vê romanê de bibînin ku
wekî janeke zirav dê xwe berde nava we.
De fermon hûn û romana Barzan Digirî…
Navê Berhemê : BARZAN DIGIRÎ
(Enfalkırına Heşt Hezar
Barzaniyan)
Navê Nivîskar : Bûbê Eser
Cure : Roman
Mijar : Romana
Dîrokî
Berg : Amerîkan Bîrostol 300 Gr
Kaxiz : Enzo 60 gr
Dîroka Çapê :
Berfanbar 2017
Hejmara Rûpelan : 230
Mezinahiya Pirtûkê : 13x21
ISBN No :
978-605-67422-1-7
Barkot No :
9786056742217
Ziman :
Kurdî
Bihayê li ser : 20 TL
Yayınevimiz 2013 yılında Van’da kuruldu.
Yayınevimiz Türkçe yayın yapmakla birlikte ağırlıklı Kürtçe yayın yapmaktadır.
Yayınevimizin önceliği Kürtçe çocuk kitapları, Kürt dili eğitim kitapları, Kürt sözlü edebiyatı ve folklor kitapları yayınlamaktır.
Kısacası Kürt dili ve edebıyatının gelişmesine ve korumasına katkı sunmaktır.