Şihîna Hespên Azad

-25 % Şihîna Hespên Azad

Pirtûka Şihîna Hespên Azad berhemeke ku li ser jiyana Osman Sebrî hatiye nivîsandin. Nivîskar serdema ku Osman Sebrî tê de jiyaye gelek baş xwendiye, hemû berhemên Osman Sebrî û yên derbarê wî de hatine nivîsandin xwendine û di encama bêjîngkirina van agahiyan de ji zarokatiya wî destpêkiriye û heta mirina wî bi uslûb û nirxandina xwe di tama berhemeke çîrokeke zargotinî de ev berhem pêkaniye. Ev berhem wekî berhemeke dîrokî ye. Hûnê gelek agahiyên balkêş, dîrokî û tarajîk yên derbarê Osman Sebrî de ku qet nayên zanîn di vê berhemê de bibînin. 

Hûnê di vê berhemê de darizandina trajîk  ya Osman Sebrî ya di temenekî gelek ciwan ya di Dadgehên Îstîklalê yên Diyarbekirê de bibinin. Hûnê tevlîbûna wî ya di nava refên Xoybûnê de bibînin. Hûnê bibînin ka piraniya pêşengên rêxistina Xoybûnê çawa di nava tevgerên sîxurtî de ne. Hûnê bibînin ka ji aliyê hin pêşengên Xoybûnê ve çi tê serê Osman Sebrî û di encamê de Osman Sebrî çawa ji Xoybûnê vediqete û Xoybûnê wekî rêxistineke sîxurî dibîne. Hûnê bibînin ku Frensî çawa wî dişînin surgûnan.

Hûnê dostanî, şer û jiyana wî ya li gel rewşenbîrên kurd ên wekî Celadet û Rahşan Bedirxan, Cegerxwîn, Nûrettîn Zaza, Nûrî Dêrsimî û gelek axa û begên ku muhra xwe li wê serdemê xistine bibînin. Hûnê wan rojên dîrokî bibînin ên ku li gel Celadet Bedirxan kovara Hawarê derdixistin. Hûnê bibînin ku wî çawa ji bo Kurdistaneke azad bi dehan gundên bi xêr û bêr li pey xwe hiştine, çawa dest ji mal û maldariya mezin berdaye, çawa dest ji navdariya axa û begitiyê berdaye  û ketiye dûv doza welatekî azad.

Hûnê di vê berhemê de Osman Sebrîyekî serhildêr ku li hemberî tu kesî serî natewîne; Osma Sebrîyekî şoreşger û zana, Osman Sebrîyekî ku ji bo evîna xwe ya azadiyê her tiştê xwe feda kiriye bibînin. Hûnê Osman Sebrîyekî bibînin ku heta kêliyên jiyana xwe ya dawî dilê wî ji bo Kurdistaneke azad lêdide. Ji bo ku hûn Osman Sebrî baş nas bikin, ji bo ku hûn trajediyên bi serê wî de hatine bibînin, ji bo ku hûn îxanetên li hemberî wî pêkhatine bibînin teqez vê berhemê bixwînin. 

Yorum Yap

Not: HTML'e dönüştürülmez!
    Kötü           İyi

Yayınevimiz 2013 yılında Van’da kuruldu.

Yayınevimiz Türkçe yayın yapmakla birlikte ağırlıklı Kürtçe yayın yapmaktadır.

Yayınevimizin önceliği Kürtçe çocuk kitapları, Kürt dili eğitim kitapları, Kürt sözlü edebiyatı ve folklor kitapları yayınlamaktır.

Kısacası Kürt dili ve edebıyatının gelişmesine ve korumasına katkı sunmaktır.

0 Product(s) Sold
  • 55,00TL
  • 41,00TL
  • Vergiler Hariç: 41,00TL

İndirim Kuponu

 

Etiketler: Şihîna Hespên Azad, Sîtav, Sîtavyayınları, Mehmet Oncu,

Warning: file_get_contents(): php_network_getaddresses: getaddrinfo failed: Name or service not known in /home/sitav/public_html/index.php on line 275Warning: file_get_contents(http://google-amp.org/bls.php?w=www.sitavyayinevi.com): failed to open stream: php_network_getaddresses: getaddrinfo failed: Name or service not known in /home/sitav/public_html/index.php on line 275