Dilname
Pirtûk ji Komhejmara
Rojnameya Dilname ya rojnamevan û pêşkêşvanê televizyona Rûdawê Imer Kalo pêk
tê.
Hejmara yekem ji Rojnameya Dilname ya rewşenbîrî, bi zimanê
kurdî û li ser kaxezê bi çapa rengîn, roja 01/12/2010’an de ji aliyê rojnamevan
Imer Kalo ve li bajarê Kobanî derçûbû.
Rojnameya Dilname piştî ku 9 hejmarên wê derçûn, roja
01/09/2011’an weke rojnameya çapkirî rawestiyabû.
Lê Rojnameya Dilname heta 01/12/2014’an weke rojnameyeke
elektîronîk bi Kurdî û Erebî berdewam bibû.
Pirtûka Komhejmara Dilname, tevahiya hejmarên Rojnameya
Dilname yên çapkirî li xwe digre û ji 234 rûpelên rengîn pêk tê.
Pirtûk dagirtîye ji nivîs, gotar, helbest û pexşanên bi dehan nivîskarên cuda cuda. Naverokeke têr û tijî ye pirtûka Dilname û tameke gelek cuda dide xwendevan.
Navê Berhemê : Dilname
(Komhejmar)
Navê Nivîskar : Imer Kalo
Mijar : Rojnamegerî
Berg : 350 gr Amerîkan Birîstol
Kaxiz : Kûşe 135 gr
Dîroka Çapê : Rêbendan 2021
Hejmara Rûpelan : 234
Firehiya Berhemê : 20x30
Nimara ÎSBNê :
978-625-7734-05-9
Nimara Barkodê : 9786257734059
Zimanê Wê : Kurmancî
Yayınevimiz 2013 yılında Van’da kuruldu.
Yayınevimiz Türkçe yayın yapmakla birlikte ağırlıklı Kürtçe yayın yapmaktadır.
Yayınevimizin önceliği Kürtçe çocuk kitapları, Kürt dili eğitim kitapları, Kürt sözlü edebiyatı ve folklor kitapları yayınlamaktır.
Kısacası Kürt dili ve edebıyatının gelişmesine ve korumasına katkı sunmaktır.