Nameya Serencamê

-25 % Nameya Serencamê

Ev pirtûka li ser Ola Yarsanê bi xebateke dûr û dirêj hatiye berhevkirin û şîrovekirin ku yekemîn car bi kurdiya kurmancî çap dibe. 

Ji pirtûk û nivîsarên ku ji sedsalên borî yên der heqê Hewramanê de mane, wiha tê famkirin ku di heyama destpêka Îslamê de ew herêm ji hêla hebûna zana û ronakbîran ve, ji herêmên din dewlemendtir bûye. Pirtûka ku wekî “Kelama Xezîneyê” an jî “Serencam”ê tê naskirin, mînakeka berçav e der barê hizir û ramanên kesên zana yên wê serdemê de û mirov dikare bibêje lêkolîna der barê vê pirtûkê de dikare bibe sedema geşkirina can û rewanê mirovî.  Ev pirtûk gişt wan metnan li xwe digire ku Sultan Îshaq û mirîdên wî di sedsala 8’an a koçî de nivîsandine. Ev deq ji gelek sirûd nimêj, dua, dab û nerîtên olî û pîşeyî û herwiha nivîsên li ser qurbanîkirin û nezir û nîyazan pêk tê. Deqên wan babetan bi awayekî devkî hatîne parastin û kelambêjan ew ji bo gelê xwe vegotine. Ev kelam bi zaraveyê kurdî-goranî  hatine hûnandin ku yek ji zaraveyên kevnar ên kurdî ye û berê wekî “Fehlewîyat” dihate naskirin. Ew zarave li gel zimanên kevnar ên  Avestayî, Sanskrîtî, Pehlewî Nû xwedî hevahengî û wekhevîyeka xurt e û niha jî xelkê Hewramanê û hin eşîrên kurdan bi wî zaraveyî dipeyivin.

Ev pirtûk ku girîngtirîn û pîroztirîn pirtûka Yarsanîyan (Ehlê-Heq) e, li ser bingeha “Donadon” anku zihûra (tecelîya) ruhê di bedenî de hatîye hûnandin û vê dinyayê wekî heqîqetek ji dinyaya din dibîne.  Kelama Xezîneyê bi giştî tê wateya kelama bexşîn û bereketên Xwedê. Xezîne bixwe jî tê wateya mala gencîneyê anku cihê mirov mal û heyînên xwe yên giranbuha lê diparêzin. Di wêjeya yarsanîyê de xezîne tê wateya çavkanîya bexşîn û bereketa Xwedê. Xwedê wiha emir dike û dibêje ku “kilîlên nihênîyan li ba wî ne”.

Pirtûka Kelama Xezîneyê ji şeş beşan pêk tê.  Ev metnên resen ên ku bi zaravayê Goranî wek raz û helbest hatine hûnandin bi awayekî zelal hatine latînîzekirin û piştre jî her beş hatiye wergerandin û şîrovekirin û têbînî li ser hatine zêdekirin.

Piranîya mijarên pirtûkê îrfanî û felsefî ne û ev mijar encama hizir û ramanên zanyar û bîrewerên wê herêmê ne ku di sedsala heftan û heştan ya koçî de dijîyan. Ji bo lêkolînerên ku lêkolîna dîn û rê û rêbazên ayînî û efsanewî dikin rêbereka baş û kêrhatî ye.


Navê Berhemê     : Nameya Serencamê Yan Kelama Xezîneyê

Navê Nivîskar       : Dr. Sadik Sefîzade (Borekeyî)

Wergêr                 : Muhsîn Ozdemîr-Sabir Ebdulahîzad

Mijar                      : Lêkolîn    

Berg                         : Berga Normal

Kaxiz                         : Enzo 70 gr

Dîroka Çapê             : Reşemî 2021

Hejmara Rûpelan     : 665

Firehî                            : 13.5x21

ISBN No                      : 978-625-7734-15-8

Nimara Barkodê      : 9786257734158

Ziman                          : Kurmancî


Yorum Yap

Not: HTML'e dönüştürülmez!
    Kötü           İyi

Yayınevimiz 2013 yılında Van’da kuruldu.

Yayınevimiz Türkçe yayın yapmakla birlikte ağırlıklı Kürtçe yayın yapmaktadır.

Yayınevimizin önceliği Kürtçe çocuk kitapları, Kürt dili eğitim kitapları, Kürt sözlü edebiyatı ve folklor kitapları yayınlamaktır.

Kısacası Kürt dili ve edebıyatının gelişmesine ve korumasına katkı sunmaktır.

  • Views: 584
  • Ürün Kodu: 2370
  • Stok Durumu: 100
0 Product(s) Sold
  • 80,00TL
  • 60,00TL
  • Vergiler Hariç: 60,00TL

İndirim Kuponu

 

Ev berhem, romana Baba Îshaqê Semsatî ye. Ev roman dê dîwarên li dora rastiya Baba Îshaq hatî hûnan..
42,00TL 31,00TL
Vergiler Hariç: 31,00TL
  Alevi Kürt düşüncesinin Kaynakları Yarsan (Ehl-i Hak) inancı üzerina yazılmış bu eser ..
80,00TL 60,00TL
Vergiler Hariç: 60,00TL
Ev berhem ji yek berhemên herî baş û kêrhatî ya dîroka kurdan e û ji 606 Rûpelan pêk tê Ev berhem m..
70,00TL 50,00TL
Vergiler Hariç: 50,00TL
          Felsefe ve Mitoloji açısından Kürt Halı ve Kilim Kitabı on ..
150,00TL 112,00TL
Vergiler Hariç: 112,00TL