Qulingên Rewanê (Dengbêjî û Sazbendiya Kurdên Qafqasyayê)
Kilam û stranên kurdî, nirxên me
yên herî buha û pîroz in. Kilamên kurdî xeml û rewşa civaka me ne, cihê kubarî
û serbilindiya me ne û temînata parastina çand û zimanê me ne. Kilamên me,
eynika civak û gelê me ne.
Dengbêjiya kurdî çand, huner,
dîrok û rastiya me ya civakî parast, xwedî kir û heta roja îro anî. Di demên
herî zor û zehmet de, di tarîstan û bêbextiya dîrokê de, li hemberî neyar,
dagirker û xiyanetê, kilam û stranên me weke kelehan li ber xwe dane û hebûna
me parastine.
Muzîk, kilam, sazbendî, meqam,
dîlan, destan û efsaneyên kurdî pir xurt in, pir bihêz in, pir dewlemend in,
pir zindî û jiyanî ne û pir bibandor in.
Ev berhem li ser dengbêj û
sazbendên Rewanê ango yên Kafkasyayê hatiye amadekiririn. Ji avakirina Rodyayê
Êrîvanê bigre heta nasîn danasîna gelek dengbêj, sazbend û berhemên wan e.
Di serî de hevpeyvîn li ser jiyan û berhemên dengbêj û sazbendên wekî Egîdê Cimo, Karapêtê Xaço, Feyzoyê Rizo, Dîlbera Wekîl, Memê Israfîl, Dilovan, Cemîla Celîl û bi dehan dengbêj û sazbendên din di vê berhemê de cih digirin. Ev berhem ji bo naskirina dengbêj û sazbendên Kafkasyayê berhemeke herî baş û kêrhatî ye. Hûnê bi deve wan, wan nas bikin bê ka ew kê ne û çi kar û xebat ji bo çanda kurdî kirine.
Navê Berhemê : Qulingên Rewan (Dengbêjî û Sazbendiya Kurdên Qafqasyayê)
Navê
Nivîskar : Polat
Can
Cure : Folklor
Mijar : Lêkolîn-Hevpeyvîn
Berg
: Berga
Normal
Kaxiz : Enzo 70 gr
Dîroka
Çapê : Avrêl 2021
Hejmara
Rûpelan : 298
Mezinahiya
Pirtûkê : 13.5x21
ISBN
No : 978-625-7734-20-2
Barkot
No : 9786257734202
Ziman : Kurmancî
Yayınevimiz 2013 yılında Van’da kuruldu.
Yayınevimiz Türkçe yayın yapmakla birlikte ağırlıklı Kürtçe yayın yapmaktadır.
Yayınevimizin önceliği Kürtçe çocuk kitapları, Kürt dili eğitim kitapları, Kürt sözlü edebiyatı ve folklor kitapları yayınlamaktır.
Kısacası Kürt dili ve edebıyatının gelişmesine ve korumasına katkı sunmaktır.