Raperîna Baba Îsaq
Ev berhem, romana Baba Îshaqê Semsatî ye.
Ev roman dê dîwarên li dora rastiya Baba Îshaq
hatî hûnandin hilweşîne, bi balkêşiya çîroka xwe wê der barê kesayetiya Baba
Îshaq de tevahiya ezberên heta roja îro di serê kurd û tirkan de hatî veçinîn
xira bike.
Romana ku bi zimanekî zelal û kurmanciyeke
kubar hatiye vegotin, hem bi çîroka xwe, hem bi vegotina xwe deriyekî nû li ber
edebiyata kurdî vedike. Xwînerên xwe radike, dibe li labîrentên sedsala
sêzdehan a nepen digerîne.
Raperîna ku di sala 1240’î de li gundê
Kefersûtê destpêkirî, Siltanê Selçûkiyan Xiyasedîn Keyxusrew gelekî ditirsîne. Cih li wî teng dike, direve diçe
xwe di qesra xwe de vedişêre.
Baba Îshaq,
weke hin kesên nijadperest gotî ne derwêşekî tirkmen, kurdekî ji bajarê Semsatê
ye, di eslê xwe de ew ji binemala Keyên Komagenê ye. Baba Îshaq perwerdeyeke
gelekî baş dîtîbû û ew heyranekî Baba Tahîrê Hemedanî bû.
Dema ku wî
dergahê xwe ji gundê Kefersûta ku bi bajarê Semsatê ve girêdayî ava kir, ew der
di destê binemala Eyûbiyan de bû, kurê Siltan Selehedîn Eyûbî, Melik Evdal
hakimê bajarê Semsatê bû. Gava ku desthilatdariya Semsat û derdorên wê guherî,
ji destê Eyûbiyan kete destê Selçûkiyan zilm û zora li herêmê pir bû. Baba
Îshaq jî li ser vê yekê kurdên herêmê rakirin ser piyan û raperîneke bi xwîn da
destpêkirin.
Herçiqas ku
Baba Îshaq, malbata wî û peyrewên wî, tevî gelek bawermendên ji Riyaheq hatin
kuştin jî, divê bê zanîn ku Baba Îshaq û hevrêyên wî navê xwe li asîmanê dîroka
mirovatiyê bi tîpên zêrîn dane nivisîn.
Hûnê di vê romana dîrokî de bi tama romanê gelek agahiyên pir hêja der barê Baba Îshaq de bibînin
Navê Berhemê : Raperîna Baba Îshaq
Navê Nivîskar : Mehmet Oncu
Mijar : Roman
Berg : Berga Normal
Kaxiz : 70 gr Enzo
Dîroka Çapê : Avrêl 2021
Hejmara Rûpelan : 234
Mezinahiya Pirtûkê : 13,5x21
Nimara ISBNê
: 978-625-7734-18-9
Nimara Barkodê : 9786257734189
Ziman : Kurmancî
Yayınevimiz 2013 yılında Van’da kuruldu.
Yayınevimiz Türkçe yayın yapmakla birlikte ağırlıklı Kürtçe yayın yapmaktadır.
Yayınevimizin önceliği Kürtçe çocuk kitapları, Kürt dili eğitim kitapları, Kürt sözlü edebiyatı ve folklor kitapları yayınlamaktır.
Kısacası Kürt dili ve edebıyatının gelişmesine ve korumasına katkı sunmaktır.