Sîwad
Îdrîs Erenç yek ji wan nivîskaran e ku pênûsa xwe sansûr
nake. Wekî berhema Julî’nîn Sesî, di vê berhema xwe de jî jiyan û serborîya
şervanekî ku ji refên xwe veqetiyayî û paşî bi dek û dolabên Îtlaata Îranê ve
radestî Tirkîyê tê kirin vedibêje. Di vê berhemê de hûnê hêvî û armanca
serxwebûna welatekî bibînin, hûnê poşmanî û tirsê bibînin, hûnê egîdî û
mêrxasîyê bibînin. Hûnê evînên di dil de mayî, hûnê parçebûyîna miletekî
bibînin. Hûnê jiyana şervanên kurd, xweşikbûna xwezaya Kurdistanê bibînin. Li
kêleka wê hûnê xîyanetê, hûnê stratejiyên şaş ku bûne sedemê hêvîşikestina bi
sedan şervanan bibînin.
Hûnê bi xwendina vê romanê bikenin, hûnê bi hêviyên xwe ve
biçin ser ewran… Lê hûnê biqehirin jî, hûnê bigrîn, hûnê bikevin nava hestan û
xemgîn bibin. Ji bo ku kes bi we nehese, hûnê hêdîka rondikên çavên xwe
bimalin.
Hûnê di vê romanê de gelek tiştan bibînin. Hûnê xwe berdin
nava evîna xwe ya ciwaniyê.
Lê ya herî girîng hûnê careke din bibînin ku “Dijminê bab û kala nabe dostê lawa.” Hûnê bibînin ku tu hêvî ji hêviya “serxwebûn û azadiyê” xweştir nîn in…
978-625-7734-61-5
Yayınevimiz 2013 yılında Van’da kuruldu.
Yayınevimiz Türkçe yayın yapmakla birlikte ağırlıklı Kürtçe yayın yapmaktadır.
Yayınevimizin önceliği Kürtçe çocuk kitapları, Kürt dili eğitim kitapları, Kürt sözlü edebiyatı ve folklor kitapları yayınlamaktır.
Kısacası Kürt dili ve edebıyatının gelişmesine ve korumasına katkı sunmaktır.