Menu
Your Cart

Zerdeşt û Avesta û Felsefeya Yekxwedaperestîyê

Zerdeşt û Avesta û Felsefeya Yekxwedaperestîyê
Yeni
Zerdeşt û Avesta û Felsefeya Yekxwedaperestîyê
110,00TL
Vergiler Hariç: 110,00TL
  • Stok: 100
  • Model: 2
  • Boyutlar: 13.00cm x 0.00cm x 0.00cm
  • ISBN: 978-625-7734-11-0

Mebest ji berhevkirin ‌û nivîsandina vê mijarê ew e, ku neviyên nû yên neteweya me der barê kelepûrên herî girîng û kevnar ên neteweya xwe de xwediyê zanyariyên puxteyî û rast bin.

Ev agahî û zanîn, pişta xwe dide wan kesan, ku hestên wan ên neteweyî pirtir bin û hewl bidin û bitêkoşin ji bo pêşxistina neteweya xwe, da ku ji hemû cîhanê re biselimînin, ku ew zarokên layîq û jêhatî yên bav û bapîrên xwe ne, hewl bidin  sûdê ji ezmûna şaristaniya raborîya pêşiyên xwe wergirin û dersan ji wan serberjêriyan derxin. Bêguman ew zanist û felsefeya kevnar a bavanên me, bingeh û stûnên herî baş û herî bihêz in, ji bo qedera avahiya civaka me ya neteweyî. Em çiqasî wê bingehê bihêztir û qayîmtir bikin, siberoja me ronîtir û geştir dibe.

Berhema  Zerdeşt û Avesta û Felsefeya Yekxwedaperestiyê  der barê nijad û neteweya Zerdeşt, cih û war û dîroka  jidayîkbûna wî li ber ronîya belgeyên dîrokî  agahiyên berfereh radigihîne.

Ev berhem  bi awayekî berfereh  mijarên weke  binemala Zerdeşt û peyrewên wî,  wateya peyva zerdeşt, dîrok û serdema derketina Zerdeş,  fikir û nêrînên Zerdeşt, sedama nezanîna jidayîkbûna Zerdeşt, warê jidayîkbûn û kurteyek ji jiyana Zerdeşt, aramgeha Zerdeşt,  fikir û ramanên Zerdeşt,  nêrînên zanayan ên der barê Zerdeşt de,  felsefeya Ola Zerdeştî,  jiyan ji venêrîngeha Zerdeşt ve,  başî û xerabî, diyalektîka rewan û raman di baweriya zerdeşt de,  yekxwedaperestî û Ola Zerdeştî,  Ahûra Mezda, bandora Ola Zerdeştî li ser olên din ên yekxwedaperestî,  di Ola  Zerdeştiyê de firîşte, yezd,  pirtûka Avesta û şerha wê ,  raborî û çîroka Avestayê,  der barê Ola Zerdeştıyê de zanyariyên giştî li xwe digre.

Ev behrema ku bi xebateke lêkolînerî ya bîst salan hatiye amadekirin, ji bo ronîkirina mîrasên kurdî û Ola Zerdeştîyê gelek dewlemend e û ji bo her xwînerekî kurd  deriyekî agahiyê ye.

Bi kurtî ji bo ku mirov ji her hêlê ve Zerdeştiyê nas bike berhemeke bêhempa ye. 



Navê Nivîskar       : Ferhad Ebdulhemîd Palewan

Mijar                       : Lêkolîn -Ola Zerdştîyê

Berg                         : Berga Normal

Kaxiz                        : Enzo 70 gr.

Dîroka Çapê               : Rêbendan 2021

Hejmara Rûpelan       : 634

Firehiya Berhemê         : 13,5x21

Nimara ÎSBNê             : 978-625-7734-11-0

Nimara Barkodê        : 978-6257734110

Zimanê Wê                 : Kurmancî  

Bihayê wê                           : 110 TL 

Yorum Yap

Lütfen yorum yazmak için oturum açın ya da kayıt olun.

Etiketler: Din , ol , Lêkolîn , araştırma