Dilname (Komhejmar)


Pirtûk  ji Komhejmara Rojnameya Dilname ya rojnamevan û pêşkêşvanê televizyona Rûdawê Imer Kalo pêk tê.
‏Hejmara yekem ji Rojnameya Dilname ya rewşenbîrî, bi zimanê kurdî û li ser kaxezê bi çapa rengîn, roja 01/12/2010’an de ji aliyê rojnamevan Imer Kalo ve li bajarê Kobanî derçûbû.
Rojnameya Dilname piştî ku 9 hejmarên wê derçûn, roja 01/09/2011’an weke rojnameya çapkirî rawestiyabû.
Lê Rojnameya Dilname heta 01/12/2014’an weke rojnameyeke elektîronîk bi Kurdî û Erebî berdewam bibû.
‏Pirtûka Komhejmara Dilname, tevahiya hejmarên Rojnameya Dilname yên çapkirî li xwe digre û ji 234 rûpelên rengîn pêk tê.
Pirtûk dagirtîye ji nivîs, gotar, helbest û pexşanên bi dehan nivîskarên cuda cuda. Naverokeke têr û tijî ye pirtûka Dilname û tameke gelek cuda dide xwendevan. 

Navê Kitêbê / Kitabın Adı Dilname (Komhejmar)
Navê Orîjînal / Orjinal Adı -
Nivîskar / Yazar Imer Kalo
Wergêr / Çevirmen -
ISBN 9786257734059
Rûpel / Sayfa 234
Ebat 20.00 x 30.00 (cm)
Sala Weşanê / Yayın Yılı 2021
Çap / Baskı 1
Ziman / Dil Kurdî- Kurmancî
Alfabe / Alfabe Latînî
Weşanxane / Yayınevi Weşanên Sîtav
Berg / Kapak Tasarımı -