Derbarê Me De

Weşanxaneya Sîtav ku di sala 2013an de bi durişma "Teorî bi Kurdî Xweş e" dest bi karê weşangeriyê kir, bi ked û alîkariya gelek nivîskar û dildarên kurdî hetanî niha gelek berhemên hêja çap kir û di qada weşangeriya kurdî de ji xwe re cih û riyek vekir. Di nava wê demê de, di navbera nivîskar û xwendevanan û Sîtav de têkiliyeke xweş û dostane çêbû, weşanxaneya Sîtav bû wek weşanxaneyeke kolektîf. Em wek xwedî û kedkarên Sîtav yên berê, pêşî ji nivîskar û xwendevanên Sîtav re spasiyên xwe pêşkêş dikin ku Sîtav bi saya wan gihîşt îro. Di nava heft salên borî de, gelek kesan çi madî, çi manevî destek dane me. Ji hemû kesên ku keda wan ketiye nava Sîtav re em spasiyên xwe pêşkêş dikin û malavayiya wan dikin. Her wisa îhtimale ku kêmasiyên me jî çêbibin, dilê hin xwendevan û nivîskaran jî li me mabe... Ku hebin kêmasiyên me, em lêborina xwe ji we dixwazin