Dîroka Êzdîyan Jiyan Di Nava Kurdan da


Di nava dîroka xwe ya bi hezar salan da bawerîya Êzdîyatîyê, rêyeke pir dijwar û di nav astengîyên mezin re derbas bûye.
Her șaristanîyê xwestiye șaristanîya berîya xwe, her bawerîyê xwestiye, bawerîya berîya xwe tune bike, dewsa wê bigire. Bi hatina her olên nû yên mezin re, gelek civak û gelên kevnar tevî bawerî, rê û rism, eyd û erefatên xwe (carinan heta ziman jî) di bin giranî ȗ zordestîya wan bawerîyan de pelişîne, hatine jibîrkirin. Hinek rê û rismên kevnar ji alîyê wan ve hatine qedexekirin (hatine heramkirin), hinek jî anegorî bîr û boçûnên xwe reng û taybetmendîyên wan guhertin, kirin malê xwe. Ȇzdîyatî jî ji wan bawerîyên kevnar e, ku bi qurbanîyên mezin neket nav wê pêvajoyê, bi kevnarî û xisûsîyên xwe bi serê xwe ma. Civaka Ȇzdîyan di pêvajoya dîrokê ya bi ferman û komkujîyan dagirtî de karibûye hem ziman û bawerî, hem li rê û rism, urf û edet, eyd û erefatên xwe xwedî derkeve û biparêze. Ji wan hinek wek Ȇzdîyatîya kevnar in û ji bingeha wê ya hezar salan tên, hinek jî di pêvajoya dîrokê de kirasê demê li xwe kirine lê dîsa bi reng, ruh û naveroka xwe anegorî taybetmendîyên vê bawerîyê mane.
Ev berhem lêkolîneke li ser dîroka êzdiyan hatiye kirin. Di vê berhemê de ji gelek hêlan ve agahiyên gelek hêja li ser Êzdiyan hatine dayîn.  

Navê Kitêbê / Kitabın Adı Dîroka Êzdîyan Jiyan Di Nava Kurdan da
Navê Orîjînal / Orjinal Adı -
Nivîskar / Yazar John S. Guest
Wergêr / Çevirmen Dawid Murad Xetarî
ISBN 9786257734073
Rûpel / Sayfa 496
Ebat 13.50 x 21.00 (cm)
Sala Weşanê / Yayın Yılı 2021
Çap / Baskı 1
Ziman / Dil Kurdî- Kurmancî
Alfabe / Alfabe Latînî
Weşanxane / Yayınevi Weşanên Sîtav
Berg / Kapak Tasarımı -