Dîn û Mîtolojî


Mirov dikare bibêje ku mîtolojî nexşeya civakê ya herî kevn e. Lewre kodên çandî herî zêde di qada mîtolojiyê de tên vegotin. Şîfreyên nifşên hezar salan ku di nav xweza û civakê de jiyana xwe rêsandine, herî baş di mîtolojiyê de tên vegotin. Mîtolojiya her gelî bêguman manendeyê wî gelî ye. Yezdanên her gelî jî di şayesandinên mitolojik de manendeyên mirovên wî gelî ne. Ji bo ku mirov kesayetî û giyana civakekê nas bike, bi qasî ziman, çand û dîroka wî gelî pêwîst e ku mirov dîn û mîtolojiya wî gelî jî nas bike.
Gelê kurd çawa ku xwedî destan û mîtolojiyeke dêrîn bûye, her wiha xwedî bawerî û dînên cihê jî bûye. Gelê kurd li hemberî hemû zext û çewsînan bawerî û dînên xwe heta roja me ya îroyîn jî parastiye.
Ev berhem lêkolîneke li ser dîn û mîtolojîyê hatiye kirin. Dîn çawa derketine, dînên di nava civaka kurdan de çi ne, kurd ji kengî ve xwedî dîn û bawerî ne; her wiha têkilîyên dîn û mîtolojîyê çi ne, dîn , baweriyên Mezopotamyayê çi ne, dîn û bawweriyên dinyayê çi ne, van tevan div ê berhemê de cih girtîye. Ji bo naskirina dîn û mîtolojiyê, bi taybetî jî ji bo naskirina dîn û baweriyên kurdan , mîtolojiya wan ev berhem berhemeke herî kêrhatî ye ku xebata wê bi kurdî hatiye kirin.
Ev berhem nimûneyek e ji lêkolînên bi kurdî hatine kirin.     

Navê Kitêbê / Kitabın Adı Dîn û Mîtolojî
Navê Orîjînal / Orjinal Adı Dîn û Mîtolojî
Nivîskar / Yazar A. Selam BARAN
Wergêr / Çevirmen -
ISBN 9786257734479
Rûpel / Sayfa 612
Ebat 13.50 x 21.00 (cm)
Sala Weşanê / Yayın Yılı 2022
Çap / Baskı 3
Ziman / Dil Kurdî- Kurmancî
Alfabe / Alfabe Latînî
Weşanxane / Yayınevi Sîtav
Berg / Kapak Tasarımı Qesimart