101 Romanên Kurdî Şîrove, Rexne û Nirxandin


Rexne, nirxandin û şîroveyên zanistî li ser romanên kurdî zêde nehatine kirin. Ev berhem berhemeke ku di qada xwe de yekem e ku bi rengê şîrove, rexne û nirxandina romanên kurdî hatîye kirin. Berhem ji du cildan pêk tê. Ev cilda yekem e û ji 376 rûpelan û 50 romanan pêk tê.
Nivîskar bi rê rêbazên zanistî berhema xwe amade kiriye û bi wî rengî pêşkêşî xwînerên xwe kiriye. Nivîskar tevî rexne, nirxandin û şîroveyan, di dawiya her romana hatiye nirxandin de, puan dide ziman, edîtorî, estetîk, honandinedîtorî, weşanxane û hwd. Xwîner hem bi wan pûanan hem rexne, nirxandin û şîroveyan, der barê romanê de digihîje agahîyeke gelek baş.
Ji bo nasîna romanên kurdî ev berhem berhema herî baş e ya ku heta niha hatîye çapkirin.     
 
 

Navê Kitêbê / Kitabın Adı 101 Romanên Kurdî Şîrove, Rexne û Nirxandin
Navê Orîjînal / Orjinal Adı 101 Romanên Kurdî Şîrove, Rexne û Nirxandin
Nivîskar / Yazar Faîk Ocal
Wergêr / Çevirmen -
ISBN 9786258255010
Rûpel / Sayfa 376
Ebat 13.50 x 21.00 (cm)
Sala Weşanê / Yayın Yılı 2022
Çap / Baskı 1
Ziman / Dil Kurdî- Kurmancî
Alfabe / Alfabe Latînî
Weşanxane / Yayınevi Sîtav
Berg / Kapak Tasarımı Qesimart