Mirina Xortekî Rind


Ji xortekî ciwan berhemeke navosere...
Belê, dema mirov vê berhemê dixwîne û dibihîze xwedîyê vê berhemê ji berhema xwe biçûktir e, tenê bişirîneke henûn li ser rûyê mirov kon vedigire.
Ji bo afirandina berhemeke wiha, bi kêmanî tecrubeyeke bîst - sîh salan hewce ye, lê vî xortî berhemeke ji temenê xwe mezintir nivîsiye û xistîye xizmeta edebîyata kurdî.
Nivîskar, bi kurdîyeke şîrîn li ser tevneke travmatîk derûnîya xortekî jîr û zîrek dirêse.
Pirê caran mejî, ji ber hêza xwe ya efsûnî di serî de hilnayê; tehemul nake û dixwaze bi çargavî bibeze, xwe li asoyên bêsînor biqewimîne, lê şert û merc nahêlin.
Her kî vê berhemê bixwîne, ew ê bi xwe jî bi lehengê berhemê re bibe hevrê û di hin qonaxan re bi hev re bimeşin.
Û ev berhem, herwiha travmaya civakeke ketî û belengaz e jî.

Navê Kitêbê / Kitabın Adı Mirina Xortekî Rind
Navê Orîjînal / Orjinal Adı -
Nivîskar / Yazar Îkram Baban
Wergêr / Çevirmen -
ISBN 9786257734547
Rûpel / Sayfa 96
Ebat 13.50 x 21.00 (cm)
Sala Weşanê / Yayın Yılı 2022
Çap / Baskı 1
Ziman / Dil Kurdî- Kurmancî
Alfabe / Alfabe Latînî
Weşanxane / Yayınevi Sîtav
Berg / Kapak Tasarımı -