Di Gotinên Pêşiyên Kurdan Jin


Şaristaniyên ku li gerwêrka me hatine pêkanîn, di her dem û qada xwe de mohra jinê ragirtine. Gava mirov bi taybetî û bi awayekî berfireh li çand û kelepora kurdan dinêre, bi awayekî balkêş dibîne ku kurdan di dîroka xwe de rûmeteke pir mezin li jinên xwe kiriye û di jiyana komelî de ew kirine xwedî roleke giranbiha û qedirbilind.
Navên jinên ku di serdema antîk û ji berî wê demê de, di nav kom û civakên kurdan de dihatin bikaranîn, navên yekkiteyî yên weke “zîn, bes, raw, tum, zel, hen, zêz, zêw, meyr, kej, cûn, nar, gust, gar û hwd.” bûn ku gelek ji van navan ên xwedawendan bûn. Her wiha di her dem û qada jiyanê de mirov tesîra afirîneriya jinên kurd ku ew kelepor çavik bi çavik hunane dibîne…
Ev berhem tevahî ji gotinên pêşîyên kurdan pêk tê ku li ser jinê hatine gotin. Mirov di vê berhemê de qedr û qîmeta ku civaka kurdan daye jinê dibîne. Ev berhem berhemeke ku di deste her kesekî de hebe.
Nivîskar hemû gotin şîrove kirine û çîrokên gelek gotinan jî dane. Her wiha waryantên wan jî bi gotina esasî re hatine dayîn. Vê yeke jî dewlemendiyeke cuda daye berhemê.    

Navê Kitêbê / Kitabın Adı Di Gotinên Pêşiyên Kurdan Jin
Navê Orîjînal / Orjinal Adı -
Nivîskar / Yazar Mehmet Oncu
Wergêr / Çevirmen -
ISBN 9786057920768
Rûpel / Sayfa 268
Ebat 13.50 x 21.00 (cm)
Sala Weşanê / Yayın Yılı 2020
Çap / Baskı 1
Ziman / Dil Kurdî- Kurmancî
Alfabe / Alfabe Latînî
Weşanxane / Yayınevi Sîtav
Berg / Kapak Tasarımı -