Çarşema Reş


Ev berhevoka panzdeh çîrokên resen bi sê taybetmendiyên xwe ve derdikeve pêş: Ji aliyê jineke kurd ve hatine nivîsandin, nivîskar rewşenbîreke rojhilatî ye û çîrokên wê bi çavên jineke kurd a rewşenbîr hatine hûnandin. Nimûne û moçikên berhemê ji jiyana rojane hatine hilçinandin û li ser tevna kurteçîrokê hatine raçandin; di encamê de wêjeyeke civakî ya rexnegir di qalibê bûyeran de hatiye rokirin. Bêguman ev çavdêra civakê ya ku îstiqameta herka avê dişopîne, jineke cîhanbîn e û ji vê dîmenê pirî caran bi ser navê kesê sêyem îmze û mora xwe li binê nirxandinan datîne. Çîrok hem êş û janên civakê vedibêjin hem jî başî û kêfxweşiyên heman jîngehê bi zimanekî rewan î mîna fîlmekê di ber çavan re kaş dikin û li pey xwe çêjeke rojhilatî ya xwezayî di bîr û hişê xwendevanî de dihêlin.
 
 

Navê Kitêbê / Kitabın Adı Çarşema Reş
Navê Orîjînal / Orjinal Adı Çarşema Reş
Nivîskar / Yazar Sayîme Xakpûr
Wergêr / Çevirmen -
ISBN 9786258255560
Rûpel / Sayfa 112
Ebat 13.50 x 21.00 (cm)
Sala Weşanê / Yayın Yılı 2025
Çap / Baskı 1
Ziman / Dil Kurdî- Kurmancî
Alfabe / Alfabe Latînî
Weşanxane / Yayınevi Sîtav
Berg / Kapak Tasarımı Qesimart